Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombûneke Civata Ewlekarîya NY Hate Betalkirin


New York- Civata Ewlekarîya NY civîneke xwe jibo bernivîseke li ser talankirina çekên kîmyawî yên Sûrîyê betal kir.

Şîret û şêwrên taybet jibo demjimêr 4ê piştî nîvro roja Sêşemê hatibûn plan kirin. Balyozê Australia Gary Guinlan di peyamekê de li ser malpera xwe ya Twitter dibêje ku civîn hate betalkirin “piştî ku daxwaza lidarxistina wê hate vekişandin.”

Diplomatên Civatê gotin ku Rûsya daxwaza civînê kir, lê paşê daxwaza xwe vekişand. Ti hûrgilî derbarê nûçeyê nebûn.

Hikûmeta Sûrîyê pêşniyarek ji Rûsya qebûl kiriye jibo radestkirina çekên wê yên kîmyawî. Fransa jî ragihandiye ew plan dike bernivîseke Civata Ewlekarîyê pêşkêş bike jibo prosesa bêçekkirina Sûrî piştrastkirî be.
XS
SM
MD
LG