Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Facebook'a Wezîrê Derve yê Îranê Hate Hakkirin


Ajanseke nûçeyan ya ser bi hikûmetê li Îranê dibêje ku haker derbasî rûpela Facebook’ê ya wezîrê derve yê welêt bûne û hinek gotin li ser hilbijartinên sala 2009’ê kirine.

Raporta roja Şemîyê ya ajansa Fars li ser zarê Merzîya Afxam, berdevka wezareta derve ya Îranê, got ku rûpela Facebook ya Wezîr Mihemed Jewad Zerîf hatîye hakkirin.

Ajansa Fars herwiha got, hakeran gotin li ser rûpelê derbarê hilbijartinên kêşebar yên sala 2009’ê de nivîsîn ku tê de Serokê berê Mehmûd Ehmedînejad careke din hatibû hilbijartin û bûbû sedema xwepêşandin û tepeserkirina li hember opozisyonê.

Wezîrê Derve yê Îranê ji sala 2009’ê de xwedî rûpeleke Facebook e, tevî ku li Îranê ev malpera sansûrkirî ye.
XS
SM
MD
LG