Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kanada Derbarê Rastîya Esed Xembar e


Wezîrê Derve yê Kanadayê John Baird
Wezîrê Derve yê Kanadayê John Baird
Wezîrê Derve yê Kanadayê John Baird pêşniyara Sûrîyê jibo dana agahîyan derbarê cebilxaneya wê ya kîmyawî bo civaka navneteweyî 30 rojan piştî ku rêkeftina qedexekirina çekên kîmyawî îmze bike, wekî “bêwate û biyan” binav kir.

Birêz Baird got, nabe ku wextekî pirtir bê dayîn jibo Serokê Sûrî Beşar Esed. Baird got, “ev mirovek e ku heta berî hefteyekî jî red dikir ku çekên kîmyawî li cem wî hebin.”

Wezîrê Derve yê Tirkîyê, Ahmet Davutoglu ku roja Şemîyê tevlî John Baird li konferanseke rojnamevanî li Stenbolê bû, gumana xwe derbarê rastgoya Esed nîşan da li demekê ku kuştin li Sûrîyê berdewam dibe.

Birêz Davutoglu got, Tirkîyê bixêrhatina karê diplomatîk dike jibo hilanîna çekên kîmyawî yên Sûrî, lê hîn berpirsîya civaka navneteweyî ye ku karbidestên Sûrî yên kuştin kirine, bi dadgehkirin bide.
XS
SM
MD
LG