Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Amerîka li Ser Sûrîyê Digihêjin Rêkeftinekê


Kerry û Lavrov li Jinêvê
Kerry û Lavrov li Jinêvê
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û yê Rûsya Sergei Lavrov roja Şemîyê gihiştin rêkeftinekê li ser çarçoveya wêrankirina hemû çekên kîmyawî yên Sûrîyê.

Herdu diplomatan gotin ku ewê daxwaza bernivîseke Civata Ewlekarîya NY bikin ku rê bide sizayan, bêy karekî leşkerî, eger hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esed sozên xwe pêk neyîne.

Piştî sê rojan ji danûstandinan li bajarê Jinêvê ku ji bilî Rûs û Amerîkîyan nûnerê taybet yê NY jibo Sûrîyê Lexder Brahîmî jî tê de cih girt, ragihandina rêkeftinê hate kirin.

Rêkeftina di navbera herdu welatên mezin de bang li vekolerên navneteweyî dike ku li meha 11’ê li Sûrîyê bin da ku dest bi karê xwe yê destpêkî bikin û heta dawîyê wê mehê bi dawî bikin. Li gorî rêkeftinê, dê hemû çekên kîmyawî yên rejîma Sûrî di embaran de heta nîvê sala 2014’ê werin wêrankirin.

Karbidestên rêvebirîya Amerîkî gotibûn ku Serok Barack Obama amade ye ji bernivîseke Civata Ewlekarîya NY re ku têde karê leşkerî li dijî hikûmeta Esed cih nagire. Li alîyê din, karbidestên Rûs dibêjin ewê her bernivîsê veto bikin eger bijareya leşkerî di bernivîsa Civata Ewlekarîyê de hebe.
XS
SM
MD
LG