Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindistan Roketeke Nû Taqî Dike


Karbidest dibêjin, Hindistan bi serkeftin roja Yekşemê roketek bi hêza navokî taqî kir ku dikare bajarên sereke li Çînê wekî Pekîn û Şanghaî bike armanc.

Berdevkê Rêxistina Lêkolîn û Pêşvebirina Berevanîyê, Ravi Gupta, got ku taqîkirina vê dawîyê ya roketa Angi V dê gavekê nêzîktir bavêje ku ew jî têkeve nav cebilxaneya Hindistanê di sala 2014 an 2015’ê de.

Roket dikare di çarçoveya 5 hezar kîlometran de biçe. Ew cara yekê li meha Nîsanê ji sala bûrî bi serkeftin hatibû taqîkirin. Berhemdana vê roketê beşek e ji hewildanên Hindistanê ku bibe hêzeke sereke li Asyayê, li hember Çînê ya ku wekî hêza herî pêşketî di warê leşkerî de tê dîtin.
XS
SM
MD
LG