Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrî Serokwezîrekî Hildibijêre


Grupa opozisyona Sûrî ku Rojava piştgirîya wê digire, serokwezîrekî demkî hilbijart, li vê dema ku hewil dide xwe wekî alternatîvekî sîyasî bawerpêkirî li hundir Sûrîyê dide nasîn.

Hevpeymanîya Niştimanî ya Sûrî roja Şemîyê li Stenbolê çalakvanê siyasî yê kevnare Ehmed Tumê wekî serokwezîrê xwe yê nû binav kir.

Dê ji birêz Tumê were xwestin ku hikumranîyê li deverên Sûrî yên jêr kontrola komên serhildayan birêxistin bike.

Ev nûçe li demekê piştî Amerîka û Rûsya gihiştin rêkeftinekê jibo hilanîn û wêrankirina çekên kîmyawî yên hikûmeta Sûrîyê.

Dema ku Rûsya di destpêkê de ev bizava diplomatîk pêşkêş kir, Hevpeymanîya Opozisyona Sûrî ew pêşniyar wekî gaveke bêwate red kir. Grupa opozisyonê got ku ew her plan dike piştgirîya Artêşa Sûrî ya Azad bike ku bi çekên pêşketî şerê xwe berdewam bike.
XS
SM
MD
LG