Almanya alîkarîya xwe pêşkêş dike jibo wêrankirina çekên kîmyawî yên Sûrî, piştî rêkeftina Amerîka û Rûsya li ser hilanîna çekên kîmyawî ku li cem hikûmeta Şamê hene.
Wezîrê Derve yê Almanya Guido Westerwelle di daxuyanîyekê de roja Yekşemê got ku Berlîn “amade ye alîkarîya teknîkî û darayî di prosesa wêrankirina çekên kîmyawî yên Sûrîyê de bide.”
Wî ti agahîyên din neda, lê karbidest dibêjin ku Almanya ji berê de alîkarîya wêrankirina çekên kîmyawî li Lîbya û welatên din jî kiriye.
Di hefteyên vê dawîyê de, Almanya red kiriye ku beşdarî çi karekî leşkerî li dijî Sûrîyê bibe, lê wê banga karekî li Civata Ewlekarîya NY kiriye.