Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Sûrîyê Peymana Sîyasî ya ENKS’ê Qebûl Kir


Nûnerê Partîya Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê Behzat Brahîm
Nûnerê Partîya Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê Behzat Brahîm
Hevpeymanîya Opozîsyona Sûrîyê li civîna 15’ê Îlonê ku li Stenbolê pêk hat, peymana serlêdana ENKS’ê jibo beşdarîya nav koalîsyonê bi piranîya dengan qebûl kir.
Di nav peymana sîyasî ya Encûmena Kurd de, derxistina peyva Ereb ji navê Komara Sûrîyê û qebûlkirina mafên Kurdan li Sûrîyê jî cî digire.
Opozîsyonê jiber nebûna ji 3’yan 2’yê dengan, hilbijartina endamên ENKS’ê ku nûnertîyê li nav koalîsyonê bikin jî jibo 18’ê meha 10’an paş xist.
Li civînên opozîsyonê yên 13-14 û 15’ê Îlonê babetên li ser hikûmeta demkî û avakirina artêşeke fermî ya opozîsyonê hatin gotûbêj kirin ku serokwezîrê nû Ehmed Salih Tume jî hate hilbijartin.
Civîna derbarê beşdarî kirin û qebûlkirina peymana ENKS’ê roja Yekşemê li derveyî rêzikên opozîsyonê anku li şûna ji 3’yan 2’yê dengan bi 54 dengên erê yên 80 endamên amade pêk hat.
Nûnerê Partîya Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê Behzat Brahîm ku civînên opozîsyonê dişopîne, ji Dengê Amerîka got, di gotûbêjên endamûbana Kurdan ya opozîsyonê de gelek kes hebûn ku dijayetîya mafên Kurdan li Sûrîyê dikirin.
Wî da zanîn, hin danûstandinên opozîsyon û Meclîsa Gel ya Kurdên Surîyê (MRGK) jî berdewam dikin ku ger ew jî beşdarî opozîsyonê bibin ev tê wê wateyê ku di pratîkê de Desteya Bilind a Kurd (DBK) jî dikeve nav opozîsyonê.
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:43 0:00
Direct link

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:43 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG