Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çend Kes li Bingehê Hêza Deryayî ya Amerîkî Hatin Kuştin


Di teqkirinekê de li avahiyekê Hêza Deryayî ya Amerîkî li Washingtona paytext, çekdarek hate kuştin. Di wê teqkirinê de çend kes hatine kuştin û birîndar kirin.
Şaredarê Washington Vincent Gray dibêje çend kes hatine kuştin lê jimara kuştîyan piştrast nekir. Raport li ser zarê karbidestên leşkerî radgehînin ku renge ku gelek kes hatibine kuştin.
Serokê polîsên Washington got karbidest yê li du kesên din jî digerin, lê di piştrast nînin ku dest di teqekirinê de hebin.
Li Serya Spî, Serok Barack Obama got wî ferman daye karbidestên fedralî û xwecihî ku bihevra kar biken da berpiryarên wê teqekirinê bi zûtrîn wext bêne ber destê adaletê. Wî got qurbanî û malbatên pêdivî bi piştevaniya Amerîka heye.
XS
SM
MD
LG