Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza KCK’ê Didome


Pênc parlamenter û bi dehan şaredar jî di nav de, ji 200’î zêdetir Kurd, di doza KCK’ê ya Dîyarbekirê de tên dad kirin.
Serokê Baroya Dîyarbekirê Tahîr Elçî destnîşan kir ev doz hêvîya gelê Kurd şikest jiber ku çar salin bi sedan kes bê sûc, girtî tên dad kirin. Birêz Elçî got “Tu kesên ku di vê dozê de tên dad kirin, neketine nav kiryarên şîdetê. Hemû sivîl in û li derveyê rêxistina çekdarî ne. Li gorî peymanên navnetewî ev pirsgirêkek mezin e û li dijî mafê mirovan e.”
Kêşeya xweparastina bi zimanê dayikê îsal jî bi awayek cuda dewam dike. Li gorî qanûna ku par derket, girtîyên ku Tirkî dizanin, dema ku bixwazin bi zimanê dayikê xwe biparêzin, divê mesrefên tercumanan ji kîsê xwe bidin. Herwiha ew mecbur in tercumanên ku dadgehê tayin kirîne hilbijêrin. Lê girtî li ber derdikevin. Birêz Elçî got “Ev ne adil e kesên di bin tecrita girtîgehê de ne, mesrefên tercuman ji kîsê xwe bidin.”
Serokê Baroya Dîyarbekirê Tahîr Elçî destnîşan kir ew li bendê ne ku bi Pakêta Demokratîkbûnê ya ku ji aliyê hikûmetê ve tê amade kirin, Qanûna Tekoşîna li Dijî Terorê were guhertin. “Jiber vê qanûnê neha bi hezaran kes ji doza KCK’ê çar sal in girtî tên dad kirin. Ger ev guhertin çêbe, kesên ku neketine nav kiryarên şidetê, dê serbest werin berdan.”
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:56 0:00
Direct link

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:56 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG