Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amadekarîyên jibo Hilbijartinên Serokatîya Afganistanê Lidar in


Navenda Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên Afganistanê
Navenda Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên Afganistanê
Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan li Afganistanê ya ku pêşbazîya serokatîyê roja Duşemê bi fermî vekir, heta 6ê meha 10an da namzetan ku kaxezên xwe yên berbijartinê pêşkêş bikin.

Partîyên siyasî yên Afganî hewilên bêwestan dikin jibo avakirina hevpeyamanîyên hilbijartinî. Lê heta nuha, pêşbazîya hilbijartinê hîn berfireh û namzetekî ku rêkeftin li ser heye, peyda nebûye.

Pêşbînîyên medya yên vê dawîyê balê didin ser Wezîrê Derve Zelmay Resûl, siyasetmedarê opozisyonê û namezetê berê yê serokatîyê Ebdella Ebdella, wezîrê berê yê darayî Eşref Xanî û endamê parlemanê Ebdul Reb Resûl Seyaf wekî berbijarên pêkane didin zanîn lê kesekî ji wan heta nuha bi fermî ranegihandîye ku ewê xwe berbijêrin.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:49 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG