Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandinên Nû li Stenbolê Rastî Tundûtûjîyê Tên


Bajarê Stenbolê careke din bû navenda xwepêşandinan. Tundûtûjîyê hefteya bûrî destpê kir, piştî mirina xwenîşanderê bi navê Ahmet Atakan li bajarê Hatay yê nêzîkî sînorê Sûrîyê. Sedemên mirina Atakan yê 22 salî cihê kêşebarîyê ne. Polîs îdîa dike ku ew ji jora avahîyekê ket, lê xwenîşander îdîa dikin ku ew bi qutîyeke gaza îsotê hatiye kuştin.

Bi hezaran xwenîşander wekî Ahmet Atakan li deverên cuda ji Stenbol kom bûn da ku protesto bikin.

Xwepêşandinên bi piranî aştîyane ji alîyê polîsan ve hatin birrîn, polîsên ku av û gaza îsotê bikar anîn. Xwenîşanderan bersiva xwe bi rîya dadan agir li ser kolanan dan, da ku bandora gaze kêm bibe. Hêzên ewlekarîyê û hikûmetê ragihandine ku xwepêşandinên neqanûnî dê rastî bersiveke hişk werin. Lê tepeserkirina hikûmetê bûye sedema xwepêşandinên bêtir li dijî taktîkên polîsan.

Bi hezaran xwenîşander roja Yekşemê daketin kolanên devera Kadikoy ya Stenbol, ku wekî navenda alîyê Asya ji bajêr tê nasîn. Mebest komcivînê jî protestokirina taktîkên polîsan bû. Ew dever wekî navendeke rikberên AK Partî ya desthilatdar tê dîtin û bûye cihê xwepêşandinên vê dawîyê.

Serokwezîrê Tirkîyê, Recep Tayyip Erdogan bersiva xwepêşandinan da û got ku ew kes dizanin ku nikarin bi sindoqên dengdanê biserkevin, hêvîyên xwe li ser kolanê datînin. Emê nehêlin ku astengî têkev pêş demokrasîya me. Birêz Erdogan herwiha got ku xortên me dê demokrasîyê biparêzin û nehêlin bûyerên 12 dubare bibin.

Li dema ku Erdogan van xwepêşandinan wekî metirsî dibîne neku daxwazên gelêrî têde hene, çavdêr hişyarîyê didin ku dibe ev şêweyê protestoyan berdewam bibin. Ev senaryo dikare di hilbijartinên xwecihî û yên serokatîyê de yên sala bê eşkere bibin.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:48 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG