Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

15 Kes li Gundekî Sûrî Hatin Kuştin


Leşkerên Sûrî
Çalakvan li Sûrîyê dibêjin ku leşkerên hikûmetê ligel şervanên mîlîşya bi kêmî 15 kes di girtina ser gundekî Sunnî de li naverasta Sûrîyê kuştine.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye roja Şemîyê got ku du jin û zarokek jî di nav wan kesên kuştî de bûn. Êrîş li gundê Şêx Hedîd pêk hat.

Rêxistinê got ku şervanan tifing û kêr bikar anîn jibo kuştina rûniştvanên gund. Wê herwiha got ku hîn nediyar e ka mirovên din yên kuştî ji şervanên serhilda bin ya jî ji sivîlan bin.

Ji alîyekî din, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî dibêje ku hikûmeta Sûrî destpê kiriye agahîyan derbarê çekên xwe yên kîmyawî dide. Ev yek jî piştî rêkeftina radestkirina çekên kîmyawî tê kirin ku Amerîka û Rûsya berî çend hefteyan li ser lihev kirin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Michael Luhan berdevkê rêxistinê got ku grupa wî hinek agahî wergirtine û çaverê dike ku heta dawîya vê hefteyê bêtir agahîyên din bigihêjin destê wê.

Di nakokîya Sûrî de heta nuha bêtirî 100 hezar kesan hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG