Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundûjî li Îraqê Berdewam Dike


Desthilatdarên Îraqê dibêjin, êrîşbirên xwekuj girtine ser navendeke polîsan li bakurê Bexdayê ku di encama wê de çar efser hatin kuştin.

Karbidestên ewlekarî û nexweşxaneyê dibêjin ku çar mîlîtanan Şemîyê zû êrîşî posta polîsan li bajarokê Bêcî kirin.

Di êrîşê de mîlîtanek ji alîyekê polîs ve ji derveyî postê hate kuştin. Her sê yên mayî madeyên teqînê ligel xwe birin nav navendê.

Heta nuha ti kesî berpirsîya vê êrîşê hilnegirtîyê stûyê xwe.

Roja Înîyê jî teqînek li nav mizgefteke Sunnî pêk hat û bû egera kuştina 15 kesan li devera Sameraa ya bakurê Bexdayê. Li bajarê Mûsilê yê bakurê Îraqê jî, di encama teqîna bombeyeke lirex rê du leşker hatin kuştin û çarên din birîndar bûn.

Di çend mehên vê dawîyê de tundûtûjî di navbera Sîa û Sunnîyan de li Îraqê gelekî bilind bûye.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, îsal bêtirî 4 hezar kes di navbera meha Nîsan û Tebaxê de hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG