Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera Nûbiharê de Semînarek li Dîyarbekirê Tê Lidarxistin


Wêne: ji malpera Nûbiharê
Bi helkefta 21'mîn salvegera Kovara Nûbiharê, 21-22 Êlûnê, li Dîyarbekirê “Sempozyûma Navnetewî ya Dîn, ziman û Nasnameyê “ tê lidarxistin.

Roja Şemîyê Prof.Dr Baskin Oran li ser mijara “ Di 1876an de ji Qanûna Esasî Heta îro li Tirkîyeyê Meseleya Kurdî; Doktor İsmaîl Beşîkçî bi mijara “ Di Çêbûna Nasnameyê Rola Ziman û Dîn” konferans dan.

Dr. Îsmaîl Beşîkçî destnîşan kir welatê Kurdan di nav çar dewletên îslamî de hatîye perçe kirin û ev dewlet li gorî berjewendîyên xwe yên neteweyî îslamê bikar anîne.Birêz Beşikçî Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) û Serokê PKK Abdullah Ocalan jibo ku dewlet naxwazin, rexne kir û got "Hun dibêjin em wekhevî û azadî dixwazin lê dewlet naxwazin. 40 milyon Kurd hene û dewletek wan tuneye, çima hun dewletê naxwazin?"

Parlamenterê BDP’ê Altan Tan jî destnîşan kir li Rojhilata Navîn tenÊ gele Kurd ola îslamê li gorî berjewendîyên xwe bikar neanîye û got "Pirsgirêka ne bi îslamê ye, em Kurd ne dest ji îslamê berdidin ne jî ji ziman û nasnama xwe."

Dr. Ercan Çaglayan jî di gotara xwe de destnîşan kir dewletê piştî Serhildana Şêx Seîd jibo ku Kurdan asimile bike, raporên Plana İslahata Şarkê hatin amade kirin. Dewletê bi van raporan xwest ku li ser Kurdan pişaftinek çêbike û hişmendîya Kurdîtîyê jo holê rake.

Birêz Çaglayan da zanîn, li gorî polîtîkayên “Temsilê (pişaftin-asîmîlasyon) û Îskanê" di salên 1923 û 1927ê de, tenê ji Dîyarbekirê 3700 kes surgunê rojavayê Tirkîyê kirin. Ji Balkanan jî 10 hezar û 700 Turkmen li herêmê bicî kirin. Herwiha 1925ê de li şaredarî, çarşî û bazaran zimanê Kurdî tê qedexe kirin.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi deng, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:07:27 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG