Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Parlemana Almanya Çawa Tên Kirin


Şîretvana Alman Angela Merkel dengê xwe di hilbijartinên Yekşemê de dide.
Hilbijartinên parlemanî yên Almanya îro Yekşemê pêk hatin. Di prosesa hilbijartinê de nêzîkî 62 milyon welatîyên Alman mafê dengdanê hene.

Her welatîyek dikare nûnerekî û partîyekê jibo parlemanê hilbijêre. Nîvê kursîyan di civata jêrîn de diçin ji qanûndanerên ku bi awayekî rasterast hatine hilbijartin.

598 kursî li parlemana Almanyayê hene ku nîvê wan jibo endamên civata jêrîn e ku bi awayekî rasterast tên hilbijartin û nîvê mayî jibo endamên ku ji alîyê partîyên xwe ve têne destnîşankirin.

Piştî jimara dengdan, Serokê Almanî Joachim Gauck dê şîretvanekî jibo parlemanê pêşniyar bike. Pêwîst e ew kandîd xwedî piranî be di civata jêrîn yê parlemanê de da ku karibe posta şîretvan dagire.

Parlemana Almanya her çar salan carekê hilbijartinan pêk tîne.
XS
SM
MD
LG