Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama li N.Y. Behsa Sûrîye û Îranê Dike


Serok Barack Obama
Serok Barack Obama
Tê çaverêkirin ku Serok Obama rasterast ji rêberên cîhanê re derbarê pêşniyarên Îranî ya vê dawîyê û li ser Sûrîyê baxive. Jibo Sûrîyê, dê Obama li ser berpirsîya cîhanê ya dijberîya bikaranîna çekên kîmyawî bike.

Lê karbidestên Koçka Spî dibêjin, Obama herwiha plan dike ku li ser nêrîna Amerîka hember bûyerên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bide, di nav de Sûrîyê, û çawa ev tişt girêdayî berjiwendîya niştimanî ya Amerîkî ne.

Di kombûnekê de roja Duşemê derbarê zehmetîyên cîhanê hember civaka sivîl, birêz Obama egera lêvegerekê da jibo xeniqandina li cîhana Ereb çê dibe, wekî ku wî binav kir.

Li ser Sûrîyê, Koçka Spî got ku Obama dê bang li civaka navneteweyî bike ku hewlesteke bihêz hember çekên kîmyawî bistîne.

Ewê herwiha bang li rêberan bike ku piştgirîya pêşniyareke Civata Ewlekarîya NY bikin jibo bicînîna encaman eger hikûmeta Serok Beşar Esed hevkarîyê ligel gavên jibo danîna çekên kîmyawî yên Sûrî li jêr kontrola navneteweyî.

Derbarê hêvîyên li ser egera nermbûna peywendîyên Amerîkî Îranî li dema pêşniyarên Serokê Îranê Hesen Rûhanî, karbidestên Koçka Spî bi berdewam dibêjin ku ti civîn nehatîye destnîşankirin.

Îranê vê hefteyê li New Yorkê danûstandinan ligel grupa P5+1 ku Amerîka jî yek ji wan e, pêk tîne.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG