Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Burç: Hilbijartinên Kurdistana Îraqê li Rojhilata Navîn Nimûneya Herî Demokratîk Bû


Eyup Burç
Eyup Burç
Kordînatorê Giştî yê IMC TV Eyup Burç, li ser prosesa hilbijartinên Kurdistana Îraqê dibêje, “li rojhilata navîn nimûneya herî demokratîk bû, lê encamên hilbijartinê sekulerbûna Kurdan derxist holê.”

Rojnamevan Burç, li gor encamên ne fermî parvekirina kursîyên parlemana Kurdistanê û nîqaşên li ser pêvajoya hilbijartinan ji Dengê Amerîka re nirxand.

Wî, kêmbûna dengên Yekîtîya Niştîmanî Kurdistan (YNK) wekî xetera xerabûna balansa têkilîyên sîyasî yên bi welatên cîran re şîrove kir.
Rojnamevanê Kurd got, “ji rêjeya dengan derdikeve holê ku hizbên îslamî ne xwediyê hêzeke dîyarker in.”
Birêz Burç bal kişand ser rola Tevgera Goran ku wê demên pêş bêhtir bandora xwe nîşan bide.
Eyup Burç, kêmbûna dengên cepheya Turkmen jî wekî têkçûna sîyaseta Tirkîyê ya li ser wan ferz dike nirxand.
Wî, herwiha kêmbûna baldarîya Kurdên Tirkîyê ya li ser prosesa hilbijartinên Herêma Kurdistanê rexne kir ku got, divê li şûna ku tenê li herêma xwe bifikirin bi helwesteke netewî tevbigerin.
Rojnamevanê Kurd li ser bilindbûna dengên Partî Demokratî Kurdistan (PDK) dîyar kir, “dibe ku hilbijêran bi hêvî û bendewarîya serxwebûnê dengên xwe dabin PDK’ê.”
XS
SM
MD
LG