Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Sûrî Naverokê Gotarên Rêberên N.Y. ye


Sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon daxwaz ji rêberên cîhanê kir alîkarîyê bikin jibo dumahîyê bi şerê Sûrî bînin. Wî gote kombuna giştîya N.Y ew bi hîvî ye Civata Ewlehîyê biryareka binecih derbaz bike Sûrîyê neçarbike rêkeftina çekê kîmyayî cêbicê biket.

Li heman dem srokê Amerîkî Barak Obama gote civînê, divê ew biryar encamên xirab jî vegire eger hikumeta Sûrî sozên xwe jibo cêbicê kirina rêkeftina Amerîka û Rûsîya jibo jinavbirina çekan piştguh xistin.

Bi alîyê xwe ve serokê Tirkîyê Abdulah Gul gote civatê, bi hîvîye ew rêkeftin pêngava yekê be jibo nehêlan û jinavbirina çekê komel kuj li Rojhilata Anvîn. Lê wî got jî, şermezarîye kû Civata Tenahîyê ne şiyaye bi berpisyarîya xwe rabe li hember kuştina xelkê li Sûrîyê.
XS
SM
MD
LG