Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî Aştî û Dostanîya Îranîyan Ji Amerîkîyan Re Înaye.


Serokê Îranê gote N.Y. ew amadeye ji danûstandinên demlidest û vekirî re di gel Amerîka û Rojava.

Serokê Îranê Hesen Ruhanî got, ew amade ye jibo danûstandinên demlidest û vekirî digel Welatên Yekgirtîyên Amerîka û Rojava sebaret bernama navokî ya Îranê.

Di gotara xwe da jibo Civata Giştîya N.Y li New York ê hêvarîya duhî sêşem, serok Rûhanî helwêstê dirêj demê welatê xwe dubare kir kû maf heye bernama navokî jibo mebestên aştîyane hebit, kû pîtandina Uranyomî jî dinav de bit.

Wî got, cihê çekên navokî û çekên komel kuj di Îranê de nîne û dorgirtinên cîhanê liser welatê wî zîyan gehandîye gel û aborîyê Îranê.

Serok Ruhanî gote telefizyona CNN, keş û hewa tên guhertin çinkû gelê Îranê bi hîvîya qonaxeka nuh ya peywendîya ye digel cîhanê. Serokê Îranê got, wî aştî û dostanî ya Îranîyan ji Amerîkîyan re înaye.
XS
SM
MD
LG