Lînkên eksesibilîtî

Li Hewlêrê Teqînên Teroristî Pêk Tên


Du teqînên trimbêlan li paytexta Herêma Kurdistana Îraqê, Hewlêr bûn egera teqelêdanekê di navbera hêzên ewlekarîyê û mîlîtanan de.

Desthilatdaran gotin, teqîn li ber dergehê Wezareta Hundir ya Herêma Kurdistanê pêk hatin. Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ji Dengê Amerîka re got ku hêzên ewlekarîyê çar êrîşbir kuştin. Çekdarekî din di teqînê de hate kuştin.

Êrîşa roja Yekşemê ya yekê bû li Herêma Kurdistanê di şeş salên dawî de. Birêz Hadî got şûna tiliyên endamên el Qayîde di êrîşê de xuya dikin. Heta nuha ti kesî berpirsîya êrîşê nexistîye stûyê xwe.

Di şerê tayîfî yê Îraqê de, Herêma Kurdistanê bi serkeftin di warê ewlekarîyê de xwe parastîye.
XS
SM
MD
LG