Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Sîxorekî Îranê Digire


Hêzên ewlekarîya navxweyî ya Îsraîlî dibêjin, wê welatîyekî Belcîkî bi esil Îranî girtiye û îdîa dikin ku ew mikur hatiye, ew hatiye şandin bo Îsraîlê da ku sîxorîyê ji Îranê re bike.

Daxuyanîyek Shin Bet dibêje ku kesê bi nave Alî Mensûrî, yê ku bi navê Alex Mans derbasî Îsraîlê bû, ji alîyê Hêza Quds ya ser bi Pasevanên Şoreşgerî yên Îranê hatîye şandin bo Îsraîlê da ku karekî li wir destpê bike û di ber de jî karê sîxorîyê bike.

Ajansa ewlekarîya Îsraîlê ku bi navê Shin Bet tê naskirin, got ku Mensûrî ji sala 2012an de sê caran hatiye Îsraîl li jêr kesayetîya karsazekî cam û pencereyan. Shin Bet herwiha got ku dema Mensûrî hate girtin wêneyên balyozxaneya Amerîkî pê re hatibûn dîtin.

Mensûrî berî sê hefteyan li firokxaneya Tel Avîv hatibû girtin.
XS
SM
MD
LG