Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Êrîşên Xwe li Bakurê Afganistanê Zêde Dike


Li gorî karbidestên Afganistanê, şervanên Talîbanê roja Yekşemê girtine ser hinek deverên herêma bakurê Afganistanê ya çiyayî, di dawîtirîn êrîş de jibo careke din kontrola xwe vegerînin piştî derçûna hêzên biyan.

Berdevkê Wezareta Derve Sedîq Sedîqî got ku komeke xirabkarên Talîbanê girtin ser avahîyekê piştî polîsan ev vala kiribûn. Êrîş li devera Karan Wa Munjan ya parêzgeha Bedexşan pêk hat.

Birêz Sedîqî got ku “îsal dijmin dixwaze hebûna xwe li bakurê welêt nîşan bide, jiber wilo wî bi van êrîşan destpê kiriye.”

Hefteya bûrî operasyonek ji alîyê hêzên polîsên Afganistanê li devera Wurdoj pêk hatibû. Di wê operasyonê de bi kêmî 18 polîs û 47 şervanên Talîbanê hatibûn kuştin.

Tevî ku şervanên Talîban êrîşên xwe li dijî hêzên hikûmetê zêde dikin, opersyonên wan li parêzgeha Bedexşan gelekî kêm in.
XS
SM
MD
LG