Lînkên eksesibilîtî

Esed Amade ye ligel Peymana NY ya Sûrîyê Hevkarîyê Bike


Serokê Sûrîyê dibêje ewê hikûmeta wî rêzê li bernivîsa vê dawîyê ya NY bigire ku tê de biryar hatiye standin çekên kêmyawî yên Sûrîyê werin wêrankirin.

Beşar Esed di hevpeyvînekê de ligel televizyona RAI News 24 ya Îtalî dibêje, “helbet emê li gor vê biryarê kar bikin. Dîroka me nîşan dide ku em li gor her peymanekê kar dikin eger em îmze bikin.”

Serokê Sûrîyê herwiha dibêje ewê herwisa çareserîyeke siyasî jibo krîza Sûrîyê gotûbêj bike, lê ewê ligel serhildayên çekdar nepeyîve heta ku çekên xwe daneyînin.
Vîdyoya hevpeyvînê îro Yekşemê li ser rûpela fermî ya serokarîya Sûrî li ser Facebook’ê hate belavkirin.
XS
SM
MD
LG