Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koma Palyaçoyan Kurdî Fêrî Zarokan Dike


Şanogerên Kurd bi mebesta zindîkirina çanda Qirdikîyê (Palyaço) û fêrkirina zimanê Kurdî projeyek bi navê ‘Zarok û Ziman’ amade kirin.

Damezrînerê Koma Palyaçoyên Kurd Keremo dibêje, jiber ku zarokên Kurd heta niha bi bişaftinê re rû bi rû mane, armanca vê projeyê jî ew e ku ew dixwazin bingeha Kurdî di mêjiyê zarokan de deynin.

Şanogerên Kurd, bi vê projeyê çanda Qirdikîyê didin jiyandin, demên xweş bi zarokan didin derbas kirin û hem wan fêrî çîrokên Kurdî dikin hem jî pirtûkên çîrokan dîyarî wan dikin.

Şanoger Keremo ku ev proje bi alîkarîya çend hevalên xwe yên şanoger amade kiriye, ji Dengê Amerîka re mebest û armanca avakirina koma Palyaçoyên Kurdî vedibêje.

Ew vê projeyê wekî alternatîfeke fêrkirina zarokan ya Kurdî dinirxîne û dide zanîn, ev komeke serbixwe ya hunerî ye, lê ger bê xwestin ew dikarin li her deran lîstik û şanoyên xwe pêşkeşî zarokan bikin.

Şanogerê Kurd bang li malbatên Kurd dike ku rê nedin zarokên wan ji Kurdî dûr bibin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:44 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG