Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskarên Kurd Nikarin Derbasê Rojava Bibin


Serokê Komela Nivîskarên Kurd li Dîyarbekirê Mehmet Yilmaz û 15 nivîskarên endamên komelê jibo piştgirîyê xwestin herin herêmên Kurdî li Sûrîyê lê jiber ku çûn û hatin qedexeye nikarin derbasê Rojava bibin û şeva xwe li ber derîyê Dirbesîyê derbas kirin.

Ji aliye dinê ve Serokê PEN’a Kurd Şêxmûs Sefer û çar endamên PEN’ê jî bi îcaza fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja Şemîyê ji Pêşxabûrê/Sêmalka derbasê Rojava bûn.

Şêxmûs Sefer da zanîn wan lîsteyek 20 kesî, ji Hikûmeta Herêmê re hinart lê hikûmetê tene îcaze da çar kesan. Şêxmûs Sefer destnîşan kir li ser vê biryarê endamên Komelê jî xwestin ku ji sînorê Tirkîyê derbasê Rojava bibin.

Serokê Komela Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz di derbarê biryara rayedarên Hikûmeta Herêmê de nexwest biaxive lê got ew dixwazin ji ser Bakur derbasê Rojava bibin û heta ku Wezareta Karên Navxwe ya Tirkîye destûrê bide ewê li ber derîyê Dirbesîyê bisekinin.
XS
SM
MD
LG