Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê dibêje ku hikûmeta herêmê wê berdewam be li bizavên xwe jibo “binbirkirina hêzên reş û hêzên teroristan li seranserê herêmê.”
Di peyamekê de piştî teqînên Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî got ku “merema teroristan birîndarkirina azadî û serbestîya Kurdistanê bû.”
Birêz Barzanî got ku gelê Kurdistanê qûrbanîyên mezin dan jibo azadî û serbestîyê, lewma hikûmeta herêmê û rêberatîya tevaya partîyên sîyasî û xelkê Kurdistanê bi hêsanî dest ji azadî û serbestî bernadin.
Serokwezîr Barzanî herwiha daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ku hevkarîya hêzên polîs, pêşmerge û asayişê bikin.
Bi sedema êrîşên xwekujî û çekdarî li dijî avahîya asayişa herêma Kurdistanê roja Yekşemê, heft endamên asayişê û tevaya êrîşberan hatin kuştin.