Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Protestoyên Sudanê Dibin Metirsî Jibo Hikûmetê


Di hefteya bûrî de, protestoyên herî cidî di sîh salên dawî de li Sudanê pêk hatine. Xwepêşandanên dijî bilindkirina buhayên sotemenîyê ji alîyê hikûmetê ve bûne bi awayekî tund, û bi dehan kes mirine. Nuha kolan aram bûne, lê şirovekar dibêjin ku ev yek dibe ku bibe xala guhertinê jibo partîya desthilatdar û serokê demdirêj Omer el Beşîr.

Protesto berî hefteyekî li bajarokekî destpê kir, lê bi awayekî lezgîn li bajarên din û Xertûma paytext belav bûn. Li wir xwenîşanderan agir bi trimbêl benzînxane û avahîyên polîsan xistin. Wan herwiha kevir avêtin hêzên ewlekarîyê.

Ev protest yên herî berfireh in ji dema ku Serok Omer el Beşîr di derbeya leşkerî ya sala 1989’an de hate ser desthilatê.

Dîrokzan û nivîskarê Sudanê Douglas Johnson dibêje ku protestoyên ji vî rengî ji dema du hikûmeta di salên 60 û 80 de hatin ser desthilatê pêk nehatine.

Di hevpeyvînekê taybet ligel Dengê Amerîka, komandarê serhildayan Malik Agar got ku zêdekirina buhayê sotemenîyê nîşana herî dawî ya zordarîya li ser milet e.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:46 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG