Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Netanyahu li Washington Kom Dibin


Netanyahu û Obama li Koçka Spî
Netanyahu û Obama li Koçka Spî
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje, divê Îran programa xwe ya navokî rawestîne û rastî sizayên dijwartir were li vê dema ku danûstandinan ligel Rojava dike.

Birêz Netanyahu ev gotin piştî civîna ligel Serokê Amerîkî Barack Obama li Koçka Spî kirin. Herdu rêber roja Duşemê li Washington hevdu dîtin. Birêz Obama got ku welatên bihêz yên cîhanê dê danûstandinan bi çavekî zelal ligel Îranê bikin û ewê şîreta Îsraîlê jî bixwazin.

Serdana serokwezîrê Îsraîlê jibo Washington tê sê rojan piştî Serok Obama û Serokê Îranî Hesen Rûhanî peywendîyek herî bilind di navbera herdu welatan de di bêtirî sîh salî de kirin.

Peywendîya telefonê di navbera Obama û Rûhanî de hêvîyên dîtina çareserîyekê jibo kêşeya navokî ya Îranê bilind dikin.

Lê ev nermbûna girjî di navbera Îran û civaka navneteweyî de, birêz Netanyahu xembar dike. Serokwezîrê Îsraîlê dibêje ku Îran van danûstandinan bikar tîne da ku demê bikere û sizayên li ser xwe sivik bike.
XS
SM
MD
LG