Lînkên eksesibilîtî

Amerîka: Hilbijartinên Herêma Kurdistanê Pêngaveke Girîng Bû


Welatîyek li Hewlêrê dengê xwe dide, 21'ê Îlonê, 2013.
Balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê û Konsulxaneya Giştî ya Amerîkî li Hewlêrê pîrozbahî li Herêma Kurdistana Îraqê dikin bi helkefta birêvebirina “hilbijartinên serkeftî” li roja 21ê Îlonê.

Di peyamekê de roja Duşemê, postên diplomatîk yên Amerîkî li Îraqê radigihînin ku hilbijartinên herêmê “pêngaveke girîng” bû li bihêzkirina paşeroja demokratîk ya Herêma Kurdistanê û Îraqê bi giştî.

Balyozxane û konsulxaneya Amerîkî li Îraqê herwiha radigihînin ku Komisyona Bilind ya Serbixwe jibo Hilbijartinan, çavdêrên navneteweyî û zêrevanên civaka sivîl roleke girîng hebûn li garantîkirina rewatîya hilbijartinan.

Di dengdana 21ê Îlonê de, Partîya Demokrata Kurdistanê mezintirîn rêjeya dengan bi dest xist, tevgera Goran di rêza duwemîn de û Yeketîya Niştîmanî ya Kurdistanê di rêza sêyemîn de hatin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG