Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama bi Tundî Komariyan Rexne Dike


Serok Barack Obama endamên Partiya Komarî li Kongresê rexne dike, piştî daxistina beşeke hikûmeta federal ya Amerîkî.

Di gotarekê de roja Sêşemê, Serok Obama got ku Komarî dixwazin bi rêya daxistina hikûmetê, qanûna sîstema tenduristî hilweşînin.

Beşeke wezaret û ajansên hikûmeta Amerîkî roja Duşemê hatine girtin, piştî herdu encûmenên Kongresa Amerîkî li hev nekirin jibo pesendkirina xerciyên hikûmetê.

Jiber daxistina beşeke hikûmetê, nêzîkî 800,000 karmendên federalî yên Amerîkî li karên xwe hatin dûrxistin.

Qanûna sîstema tenduristî ya welatî ji layê Serok Obama ve hate amadekirin û ji layê Demokratên Kongresê ve hate pejirandin.
XS
SM
MD
LG