Endamên Komîsyona Aqilmendan li Stenbolê bi kombûneke rojnamevanî nerazîbûna xwe ji pakêta ku Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Duşemê ragihand re nîşan dan.
Endamên heyeta aqilmendan Zubeyde Teker û Celalettîn Can, naveroka raporên heft herêmên Tirkîyê yên aqilmendan eşkere kirin û naveroka pakêta demokratîkbûnê nirxandin.
Aqilmendan rexne li serokwezîr û hikûmeta AKP’ê kirin ku pir kêm ji daxwaz û pêşnîyarên raporên wan xistine nav vê pakêtê.
Endamê heyeta aqilmendan Celalettîn Can got, “Di encamê de em têgihîştin, ev pakêt ne pakêteke ku demokrasîyê bîne Tirkîyê û pêvajoya çareserîyê pêşve bibe ye. Ya diduyan wekî mirovên aqilmend ti agahdarîya me ji vê pakêtê tune bû. Em tenê wekî vêkolerê hikûmetê anku xebata wan ya (PR - Public Relations) hatin bikar anîn.”
Xanima Zubeyde Eker jî piştî ragihandina naveroka hemû raporên ku ji serokwezîr re hatine pêşkeş kirin bang li hikûmetê kir berpirsîyarîyên xwe bi cî bîne û wiha axifî:
“Bi awayekî zelal em dixwazin bêjin ku ev pakêt bersiva pêvajoyê nade. Em bang dikin ku daxwazîyên gel bixin rojeva xwe. Ger daxwazên wan nexin rojeva xwe, wê pirs çareser nebin û encamên xeter jibo sîyasetê derkevin holê.”