Lînkên eksesibilîtî

Daxistina Hikûmetê, Seredana Serok Obama bo Asiya Kurt Kir


Daxistina hikûmeta Amerîkî, Serok Obama neçar kir ku du seredanên xwe bo Asiya ragire.
Li roja diwê ya daxistina hikûmetê, Seraya Spî got ku rêzdar Obama seredanên xwe bo Malasiya û Fîlîpînê dê ragirit, lê çaverê tê kirin ku biçe seredana Îndonesiya û Bruneî, da li kombûnên APEC û Rojihelata Asiya pişkdariyê bike.
Hikûmeta Amerîkî girtina beşek ji ajansên federalî ragihand, piştî ku herdu encûmenên Kongresê (Civata Nûneran û Senato) nikarîbûn bigihêjin rêkeftinekê berî yekê meha 10’an.

Roja Duşemê, Civata Nûneran ya birêvebirîya Komarîyan sê caran bernivîsek erê kir da ku qanûna saxlemîyê ya bi navê Obamacare tê nasîn hilweşînin. Di her sê caran de Civata Senatoya ya li jêr kontrola Demokratan ew red kir.
Jiber daxistina beşeke hikûmetê, nêzîkî 800,000 karmendên federalî yên Amerîkî li karên xwe hatin dûrxistin.
XS
SM
MD
LG