Lînkên eksesibilîtî

Tirkîye Biryarek bo Hinartina Hêz bo Sûrîyê Dirêj Kir


Parlemanê Tirkîye biryarek bo saleka din dirêj kir ku rêkê dide heke pêdivî be hêzên xwe yên leşkerî derbazî Sûrîyê bike.
Endamên parlemanî roja Pêncşembî bi bilind kirina destan deng da, herçende ku partîyên hevrik dijî hindê bûn jiber ku dibêjin ku kiryark weha dê Tirkîyê tikelî şerekî bike.
Hikûmetê ku pêşniyara dirêj kirina wê biryarê da bu dibêje bikaranîna çekên kîmwayî ji layê rijêma Sûrî ve gefeyek rijde bo Tirkîye.
Sala buhurî Cara yekê bu ku parlemanê Tirkîyê biryar da leşkerî derbazî Sûrîyê bike, piştî pênc xelkê sivîl yê Tirkîye li topbaran kirina bajarokekê li ser tixûb ji layê Sûrîyê ve hatin kuştin. Ew biryar roja Înê dê bi dawî bê.
Hêjayî gotinê ye ku ewey hingî têkelyên Tirkîye û Sûrîye pitir têkçune û meha buhurî Tirkîyê helîkoptereka Sûrî hindav axa xwe xiste xwarê.
XS
SM
MD
LG