Lînkên eksesibilîtî

Polîsê Amerîkî: Teqe li Jineka Berguman Hat Kirin


Karbidestên Washington, DC dibêjin polîsan teqe li jinekê kir demê bizav kirî nav berbestekê derbas bit nêzîkî Seraya Spî, berî ku polîs bi dîv otombîla wê bikevin heta gehiştîye avahiya Kongresa Amerîkî.

Polîsên dibêjin otombîla wê jinê demê revînê bi polîsekî keft û birîndar kir. Ew polis bi helîkoptereka noşdarîyê ji cihê buyerê hat veguhastin.

Kongresa Amerîkî bo demekê kurt bo parastinê hatibû dorpêckirin. Lê çi gefe li ser qanûndaneran yên di avahî de nebû.

Karbidestekê polîsan gote rojnamevanan ku wedyare ew buyer, buyerek namo bu û çi peywendî bi terorîsmê ve nebûye. Karbidestê polîsan razî nebû ku wan raportan piştrast biket ku dibêjin ew jin di teqekirinê de hate kuştin, lê got polis bawer diken ku zarokek digel wê bu.
XS
SM
MD
LG