Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kartêkirina Daxistina Hikûmeta Amerîka li Ser Sizayên Îranê


Karbidestên Amerîkî dibêjin, daxistina nîvco ya hikûmetê serwextkirinên ewlekarîyê jibo balyozxaneyên Amerîkî jiderve paşve dixîne û jimara karmendên ofîsên sizayên li dijî Îranê çavdêr dikin kêm dike.

Cîgira berdevka Wezareta Derve Marie Harf dibêje ku daxistina hikûmetê rahênana karmendên ewlekarîya diplomatîk paşve dixe û serwextkirina ewlekarî li balyozxaneyên Amerîkî radiwestîne.

Harf dibêje ku pere tune ye nuha jibo alîkarîya ewlekarî ya Îsraîl an jî jibo tîma aştîparêzîyê li dever Sîna ya Misirê.

Harf dibêje, Ofîsa Kontrolkirina Buhayên Biyanî ya Wezareta Darayî nêzîkî nîvê karmendên xwe şandiye malê. Ev jî pirsên li karîna Washington ya çavdêrîkirina sizayên dijî Îranê derdixe holê.

Li Wezareta Derve, cîgira berdevka wezaretê Harf dibêje xelk li seranserî cîhanê tênagihêjin jibo çi Amerîka nikare mala xwe serrast bike.

Jibo guhdarîkirina dirêjahîya raporta dengî, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG