Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beyaz: Tezkereya Sûrî Xwedî Wateyeke Psîkolojîk û Sembolîk e


Sefik Beyaz
Sefik Beyaz
Pêşnîyara Hikûmeta Tirkîyê ya dirêjkirina destwerdana leşkerî jibo Sûrîyê roja Pêncşemê ligel nîqaş û nerazîbûnên opozîsyonê li parlamenê hate qebûl kirin.
Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) tezkereya Sûrîyê red kirin.
Lê parlamenê bi dengên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û piştgirîya Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) pêşnîyara rêdana destwerdana leşkerî jibo Sûrîyê pesend kir.
Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Şefîk Beyaz, nîqaşên li dor dirêjkirina salekê ya dema tezkereya Sûrîyê ji Dengê Amerîka re nirxand.
Birêz Beyaz dibêje, “tezkere bi heman argumanên salek berê hatiye parlamenê. Di pratîkê de jî wê ti bandoreke wê tune ku tenê xwedî wateyeke psîkolojîk û sembolîk e.”
Ew dîyar dike, “hikûmeta AKP’ê hêvî dikir rejîma Sûrîyê birûxe, lê jiber ku ev pêk nehat, niha wek parçeyekî vê hewildanê dema tezkereyê dirêj kir.”
Nivîskarê Kurd destnîşan dike, “armanca dirêjkirina tezkereyê Rojava ye ne ku rejîma heyî ya Sûrîyê ye.”
Şefîk Beyaz herwiha dide zanîn, jibo krîza Sûrîyê pêvajoyeke nû derketiye holê ku Tirkîye jî dixwaze bi rêya vê tezkereyê giranîya xwe li ser konfrensa Cenevre 2 deyne.
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:28 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG