Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berlusconi ji Parlemana Îtalyayê Hate Dûrxistin


Silvio Berlusconi
Silvio Berlusconi
Komîteyeke encûmena Senatê Îtalyayê deng da jibo dûrxistina serokwezîrê berê Silvio Berlusconi ji parlemanê.

Komîteya Senatê bi 15 hemberî 8 dengan dûrxistian Berlusconi pejirand.

Dibe ku tevaya encûmena Senatê di vê mehê de dengî bide jibo pesendkirina dûrxistina wî.

Dûrxistina serokwezîrê berê piştî biryara dadgeheke Îtalî bû ku tawanbarkirina wî bi binpêkirina qanûna badcê piştrast kir.

Dadgehê cezaya saleke zindaniyê li dijî Berlusconi, yê 77-salî, ragihand.
XS
SM
MD
LG