Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanên Îraqî li Musilê Hatin Kuştin


Bajarê Musil.
Bajarê Musil.
Karbidestên Îraqî dibêjin ku bi sedema hejmareke êrîşan li seranserê welatî pênc kes hatin kuştin, ku du ji wan rojnamevan bûn.

Di êrîşeke çekdarî de nûçegihan û wênegirê televizyona El Şerqiye roja Şembî li Musilê hatin kuştin, li gorî polîsan.

Herwiha bi sedema teqîna bombekê li xaleke vekolînê li bajarê Yusifiye, sê kes hatin kuştin û pênc kesên din birîndar bûn.

Xala vekolînê ji layê çekdarên Sunnî ve hatibû birêvebirin, ku şerê çekdarên El Qayde dikin.
XS
SM
MD
LG