Lînkên eksesibilîtî

Hêzên Amerîkî li Afrîkayê Êrîşa Teroristan Dikin


Hêza Taybeta Amerîkî.
Hêzên taybet yên Amerîkî operasyonên sereke yên li dijî terorê li Lîbya û Somalê encam dan.

Peyvdarê Pentagonê George Little piştrast kir ku hêzên Amerîkî şiyan rêberê El Qayde Abu Enes El Lîbî desteser bikin.

Hikûmeta Amerîkî radigihîne ku El Lîbî berpirs e beramberî teqandina balyozxaneyên Amerîkî li Kenya û Tanzanyayê li sala 1998’ê. Di wan teqînan de herî kêm 200 kes hatin kuştin.

Li gorî raportên nûçeyan, El Lîbî li dervey mala xwe li Terablusê ji layê leşkerên biyanî ve hate girtin.

Hevdem, hêza taybeta Amerîkî Navy SEAL operasyoneke li dijî terorê li başûra Somalê encam da. Pentagonê ragihand ku rêberekî komela teroristî ya El Şebab armanca wê êrîşê bû.
XS
SM
MD
LG