Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes li Misirê Hatin Kuştin


Karbidestên Misirî dibêjin bi sedema şer û pevçûnên li navbera xwepêşanderên li dijî hikûmet û hêzên ewlehiyê 28 kes li seranserê welatî hatin kuştin.

Ev tundûtûjî hevdem bû ligel 40-emîn salvegera şerê navbera Ereb û Îsraîlê yê sala 1973’ê.

Alîgirên serokê berê Mihemed Mursî û piştevanên hikûmeta bi rêberatiya artêşê roja Yekşemê hatin ser şeqamên bajarên Misirê.

Artêşê Misirê li meha Tîrmeha 2013’ê desthilata serokê hilbijartî Mursî hilweşand. Di tundûtûjî û xwepêşandanên piştî binçavkirina Mursî, bi sedan kes hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG