Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dayikên Aşitîyê Banga Aşitîyê li Serokwezîrê Tirkiyê Dikin


Duwemîn Konferansa Dayikên Aşitîyê di 5-6ê mehê de bi beşdarîya 400 delegeyan, li Dîyarbekirê pêk hat. Dayikên Aşitîyê jibo aşitîyê bale dane ser rola serokê PKK Abdullah Ocalan û destnîşan kirin jibo ku ew bikaribe zêdetir piştgiriya aştiyê bike, divê şert û mercên wî yên jiyanê demildest werin baş kirin.

Herwiha hat destnîşan kirin “Şoreşa li Rojava Şoreşa Jinê ye û ev şoreş nîşanê hemî cîhanê daye ku Kurd êdî dev ji maf û azadiya xwe bernadin.”
Di encama konferansê de bang li hemû aliyên Kurdan hat kirin da ku werin nava kar û xebatên gelê xwe.

Konferansê dexwaz ji hemî sazî û dezgeyên Kurdan kir da ku zimanê Kurdî derxin pêş û li her qada jîyanê bi Kurdî biaxivin. Di Konferansa biryat hat girtin ku Meclisa Dayikên Aştiyê were ava kirin. Dayikên Aşitîyê Kewê İşik, Muhsine Yilmaz û Emine Akansel di derbarê konferansê de û hêvîyan xwe yên jibo aşitîyê ji Dengê Amerîka re parvekirin.

Dayikên Aşitîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:06 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG