Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja 7'ê ya Daxistna Pişkeka Hikûmeta Amerîkî


Serokê Civata Nûneran John Boehner dibêje ew nizane ka kengî dê daxistina pişkeka hikûmetê bi dawî tê, lê ew liser Serok Barack Obama dimîne û kombûna wî digel Komarîyên Civata Nuneran û destpêkirina dan û standinan.

Di hevpeyvînekê de digel bernama This Week ya televizyona ABC, birêz Boehner got, Komarî hezdikin mişt û mirê bikin liser çawanîya vekirneva hikumetê û ka çawa Amerîka deynên xwe bidet. Wî got jî, ew rê nade dengdanê liser bilind kirina astê qerzên hikumetê bêyî guhxwedana xemêm Komarîyan li hember xercîyan.

Eve roja 7ê ye pişkeka hikumeta Amerîkî daxistîye û rastî egera bê diravîyê dibe û li 17 mehê wê nikaribe deynên liser xwe bide. Ji wana rêjeya qazancê liser senedên Amerîka ku li cem Çînê, Japon û kardarên bîyanî ve ragirtî ne.

Komarîyên dijî sîyasetên Obama rijdîyê dikin ku ewê xercîyê pesend bikin û hikumetê vekinve eger serok Obama û Demokrat qayîl bin liser dan û standinan sebaret bernama çavdêrîya saxlemîyê ya bi nave Obamacare.
XS
SM
MD
LG