Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taqa Nefta Herêma Kurdistanê Derdixe


Kompanyeke neftê ya ser bi dewleta Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî radigihîne ku Herêma Kurdistana Îraqê rê da wê kompanyayê ku petrola herêmê derbixe.

Kompanya Enerjiya Niştîmanî ya Abu Debî, ku bi Taqa navdar e, roja Duşemê ragihand ku dixwaze her roj nêzîkî 30,000 bermîlên neftê li devera Etrûş derbixe, li gorî ajansa Associated Press.

Taqa li sala 2012ê kontrakt ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kir, her çende hikûmeta Îraqî bi tundî li dijî wê kontraktê bû.

Kontraktên neftê yên Herêma Kurdistanê bi kompanyayên biyanî re yek e ji pirsgirêkên sereke yên navbera Hewlêr û Bexdayê.
XS
SM
MD
LG