Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Em li Jêr Gefeyan Danûstandinê ligel Komarîyan Nakin


Serokê Amerîkî Barack Obama careke din got ku ew amade ye bi Komarîyên Kongresê li ser pirsgirêkên giştî yên butçe û darayî gotûbêjê bike, lê ewê vê yekê neke li jêr gefeyên daxistina heyî ya hikûmetê.

Li dema serdanekê bo Ajansa Rêvebirina Awarteya Federal ku ew jî wekî gelek ajansan gelek ji karmendên xwe ji ber daxistina hikûmetê şandiye malê, Serok Obama bang li Komarîyan kir ku daxwazên xwe yên îdyolojî rawestînin.

Birêz Obama got ku erkê yekê yê Kongres ew e ku ji vê krîza çêkirî derkeve û careke din xizmetên hikûmetê vegerîne.

Lê Komarî û bi taybet parêzkarên Partîya Çayê anku Tea Party li Civata Nûneran daxwazên guhertinên din qanûna reformê ya saxlemîya Obama bi daxistina hikûmetê û qerzan ve girê didin.

Jibo bêtir zanînan li ser vê mijarê, vê li vê raportê guhdarî bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:25 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG