Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kirîza Darayî ya Amerîka: Danûstandin Heye yan Na?


Dîyalog, ew e ya ku cudahîyan çareser dike. Lê gelo danûstandinan guncaw in jibo çareserkirina kirîzên darayî yên nuha li Amerîka? Serokê Civata Nûneran li Kongresa Amerîkî John Boehner dibêje erê.

Boehner dixwaze Serok Barack Obama û endamên Kongresê yên Demokrat mercên Komarîyan bidin ber çavên xwe jibo dirêjkirina piştgirtina diravî ya hikûmeta federal û bilindkirina sînorê deyinkirina Amerîkî. Demokrat bersivê didin ku hiştina hikûmetê vekirî û dana fatoreyên li ser hikûmetê di berjiwendîya herdu partîyan de ye, û divê ev yek neveke ber berjiwendîyên partîtîyê.

Herwiha û li gorî Demokratan, danûstandin û xwedaxistin berê ji pêk hatine. Rêberê Piranîya Senatoyê Harry Reid dibêje, ew û Serokê Civata Nûneran Boehner berî çend mehan gotûbêj derbarê pêdivîya hiştina hikûmeta federal vekirî heta 1’ê meha 10’ê pêk anîn. Reid dibêje, wî bê dilê xwe piştgirtina darayî ya kêmtir jibo hikûmeta federal qebûl kir, li ser daxwaza Komarîyan da ku hikûmet vekirî bimîne.

Lê Demokrat rîyeke din pêşniyar dikin. Ew jî ew e ku Civata Nûneran bê merc li ser pêşniyara pişgirtina hikûmetê deng bidin ku berê ji alîyê Civata Senatê hatiye erêkirin. Heta nuha John Boehner qebûl nekiriye ku ew pêşniyar were Civata Nûneran jibo dengdanê. Tê bawerkirin ku Komarîyên Civata Nûnerên yên naverast dê tevlî Demokratan bibin da ku derbaskirina qanûnê piştrast bibe.

Lê Serok Obama û Demokrat xaleke mezintir derbas dikin. Ew jî ew e ku nabe xemên partîzanan bibin sedem ku hikûmet were daxistin. Senator Chris Murphy wiha dibêje.

Jibo guhdarîkirina vê raportê, lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG