Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwan: Daxuyaniya Kerry Nîşana Kêfxweşiya Amerîka ye


Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry pesna rejîma Beşar El Esed da jibo hevkariya wê bi lêvekolên navneteweyî re, di demekê de ku dest bi proseya hilweşandina bingeh û çekên kîmyawî yên rejîma Sûrî hatiye kirin.

Siyasetmedar Mûrad Ciwan dibêje ku daxuyaniya John Kerry “nîşana kêfxweşiya Amerîkayê ye hemberî prosesa bêçekkirina Sûriyê ji çekên kîmyawî."

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Ciwan dibêje ku ji berê de biryar hatiye dan ku kirîza Sûrî di çarçova proseyeke siyasî de bihête çareserkirin.

Lê belê birêz Ciwan dibêje ku proseya siyasî “meseleyeke demdirêj e, gelek giran e, gelek têkel hev bûye, kûr û dûr bûye û pir aliyên wê hene.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG