Lînkên eksesibilîtî

Dibe ku Kurd Hilbijartinên Îraqê Boykot Bikin


Dr. Ferhad Atrûşî
Nakokiyên kûr di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de hene li ser qanûna hilbijartinan.

Kurd dixwazin ku hilbijartinên Îraqê bi yek bazine bihête encamdan, li şûna ku her parêzgehek bi bazineke cûda bikeve hilbijartinan.

Dr. Ferhad Atrûşî, endamê parlamentoya Îraqê, dibêje ku Kurd dixwazin hilbijartin di demê xwe yê diyarîkirî de birêve biçin, lê belê Kurd naxwazin careke din bibin qurbaniyê qanûneke ne rewa ya hilbijartinan.

Parlamenter Atrûşî herwiha got ku eger daxwazên rewa yên Kurdan nehêne bicihanîn, Kurd ne amade ne ku beşdariyê di hilbijartinan de bikin.

Parlamentoya Îraqê roja 30’ê Nîsanê ya sala 2014’ê wek roja dengdana giştî destînşan kir.

XS
SM
MD
LG