Lînkên eksesibilîtî

Piraniya Amerîkîyan ji Karê Kongresê Razî Nînin


Li wî demî ku çi runahî diyar nînin bo bi dawî anîna kêşeya diravî ya salane li Amerîka, li gor rapirsîneka nû tenê 5% ji hevwlatîyên Amerîkî ji awayê karê Kongresa welat razîne.

Herweha rapirsîna nû nîşan dide ku ji 1200 kesên rapirsî digel wan hatî kirin, 62% ji wan Komarîyan bo daxistina pişkek ji hikûmeta Amerîkî sûcdar diken.

Rapirsîna ku Ajansa Associated Press û GFK kiry e nîşan dide ku 37% ji Amerîkiyan ji karê Serok Obama razîne.

Hevdem ku Amerîka muleta dawî heye bo bilindkirina sînorê deyinkirina welat yan paşxistina demê dana deyinên xwe, Serok Obama bizav kir ku cîhanê piştrast bike ku Amerîka herdem deyinên xwe dayne.

Li heman dem, Serok Obama ji Kongresê xwest ku bernivîsa biryarekê li ser xerciyên welat derbaz bike bo dubare destpê kirina karê hikûmetê û bilindkirina sînorê neyinkirinê, lê Serok Obama razî nine danûstandina digel Komarîyan bike, heta ku Komarî wê bernivîsa biryarê bo xercîyan derbaz neken.
XS
SM
MD
LG