Lînkên eksesibilîtî

Tirkîye Biryara Êrîşa li Dijî Serhildayên Kurd li Îraqê Pejirand


Perlemanê Tirkîyê biryar da ku bo saleka din rêka Leşkerê Tirkîyê bê dan operasyona li dijî serhildayên Kurd yên bingeh li herêma Kurdistana Îraqê ya hevsinor biken.

Qanûndaneran roja Pêncşembî, îro deng dan li demê ku danûstandinên ku tên kirin bo bi dawî anîna şerê nêzîkî 30 salan yê serhildayan bo autonomiyê wedyare her yê lawaztir dibin.

Serhilda meha buhurî kiryara vekêşana xwe ji axa Tirkîyê rawestand, jiber ku dibêjin ku hikûmetê sozên xwe bo dana mafên berfirehtir bo Kurdan cêbecê nekirin.

Endamên perlemanî yên Kurd got pakêta Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ew nebû ku wan çaverê dikir.
XS
SM
MD
LG